Serokê Şaxa Hekariyê ya Heyva Sor a Tirk Recep Bozkurt di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di çarçoveya xebata alîkariyê ya ku roja yekemîn a remezanê hat destpêkirin da ew rojane xwarina fitarê ya ji bo 2 hezar kesî amade dikin.
Bozkurt diyar kir ku xwarin li ciyekî paqij tên pehtin û herwiha ji bo 350 malbatên diyarkirî yên hewcedar tên şandin û wiha dewam kir:
"Em xwarinên germ ên ku digel 15 xwebexşên Heyva Sor tên amadekirin, berî fitarê digihînin malan. Em ê heya dawiya meha remezanê belavkirina xwarina germ a ji bo malbatên desteng bidomînin. Em meha remezanê ya hemû alema Îslamê pîroz dikin."
AA