Şaxa Heyva Sor a Tirk li Agiriyê di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da bêucret maske û dezenfektan li welatiyan belav kir.
Maske û dezenfektanên ku ji Navenda Giştî ya Heya Sor hatin şandin, li gelek ciyên bajêr bi destê xwebexşên Heyva Sor li welatiyan hatin belavkirin.
Hat destnîşankirin xwebexşên ku welatiyan hişyar dikin, pabendî rêgeza mesafeya civakî bibin, heta niha 1000 maske û 500 dezenfektan belav kirin.
AA