Heyva Sor a Tirkan di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da alîkariya 300 hezar maskeyê da Pakistanê.
Rayedarên Heyva Sor a Tirkan û Heyva Sor a Pakistanê pêşwaziya kargoya ku bi balafira Rêhewayên Tirkan (THY) vê sibehê gihaşt Balafirgeha Navneteweyî ya Îslamabadê kir.
Serokê Delegasyona Pakistanê ya Heyva Sor a Tirkan Îbrahîm Carlos Camîlo daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da 300 hezar maskeyên KN-95 ji bo ku hîbeyê hikûmeta Pakistanê bikin teslîm girtin.
Camîlo ragihand piştî ku miameleyên gumrikê hatin temamkirin dê di çarçoveya hevkariya bi Heyva Sor a Pakistanê da di nav çend rojan da maskeyan teslîmê rayedaran bikin.
Berpirsyarê Lojîstîka Heyva Sor a Pakistanê Mihemed Amîn jî got ku ji Heyva Sor a Tirkan a bira alîkariya 300 hezar heb maske hildan û van maskeyan dê belavî herêmên cuda yên welêt bikin û spasiya Heyva Sor a Tirkan kir.
Li Pakistanê heta niha 312 hezar û 263 waqieyên Kovîd-19ê hatin dîtin, ji ber şewbê 6 hezar û 479 kes mirin.AA