Li Bazîdaxaya Vanê şaredarî, qeymeqamî û heyva sor a Turkiyeyê kampanyaya komkirina plazmayan da destpêkirin. Welatiyên ku bi şewba covîd -19ê ketine niha ji bo nexweş baş bibin xwîna xwe didin heyva sor.
Li Bazîdaxaya Vanê bi piştigirya şaredarî û qeymeqamiyê kampanyaya xwîndayînê hat destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de Heyva Sor ji welatiyên ku bi şewba koronavîrûsê ketine plazmayê distîne.
Xebatkarên Heyva Sor û Qeymeqamiyê diçin serdana welatiyan û li malên wan ji wan xwînê digirin.
Plazmaya xwînê ku tê komkirin wê ji bo dermankirina nexweşên koronavîrûsê bê bikaranîn.
Çav li rê ne ku di çarçoveya kampanyayê de di nav 3 rojan de ji 1500 kesî plazmaya xwînê bê girtin.