Di şewba koronayê û meha remezanê de kesên hewcedar nayên jibîrkirn. Li Şirnakê li ber deriyê xabûrê ji bo ajokarên tiran fitar hat dayîn. Hezar û 250 ajokar li ber derî, di dorê de ne.
Li Silopiya Şirnakê bi deriyê Xabûrê bazirganiya di navbera Tirkiye û İraqê didome.
Ajokarên tiran yên ku li ber derî di dorê de ne nehatin jibîrkirin.
Heyva Sor a Silopî û Cizîrê ligel piştgiriya Odeya Bazirganiyê ya Cizîrê, ji bo ku ew fitar bikin pakêtên xwarinê belav kirin.
Hezar û 250 ajokar li ber derî di dorê de ne.