Li gundên ku xanî xira bûne 3 dan xwarin tê dayîn
Heyva Sor a Tirkiyê ji bo mexdûrên erdhejên Çewlîgê li herêmê ye.
Serokê giştî yê Kizilayê Kerem Kinik jî xebatan ji nêz ve dişopîne: “herî zêde 5 gundan jê tesîr girtiye. Pêşî em ji wan re xwarinê peyda dikin. Em rojê 3 dan xwarinê didin 3 hezar kesî. Sibeh, nîvro û êvarê. 02:47 Piştî vê pêvajoyê em ê ji bo welatiyên me ku alavên wan tune ne piştgiriya alavan bikin”
Heyva Sor ne tenê li Çewlîgê herwiha li bajarên derdorê jî hewcedariyan çareser dike.
Li aliyê din mexdûrên erdhejê behsa dema erdhejê kirin.
Bi taybetî xaniyên kerpîç tev hatine xwarê.
Li herêmê ji bo mexdûran çêkirina konan berdewam e.