Heyva Sorê ji bo filistînê kermes vekir

Welatiyên Diyarbekirê bi xwarin û vexwarinê xêr û xêrat kirin

Heyva Sorê ji bo filistînê kermes vekir

Şaxa heyva sor a diyarbekirê ji bo filistîniyan kermeseke taybet vekir. Welatiyan hem li tehma xwarinan nihêrtin û hem jî xêr qezenç kirin. Lewra dahata kermesê wê ji hewcedariyên mezlûm re were şandin.

Heyva Sor a Tirk bi çalakiyên cur bi cur alîkariya mirovî didomîne.

Jinên Şaxa Heyva Sor a Diyarbekirê li baxçeyê mizgefta Hezretî Silêman ji bo Filîstînê kermes vekirin.

Kevaniyên Amedê ji bo kermes bala gel bikşîne xwarin û şêrînayên herî xweş çêkirin.

Welatiyan bi xwarin û vexwarinê xêr û xêrat kirin.

Kermes wê 3 rojan vekirî be û hemû dahat wê ji gelê Filîstînê re were şandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE