Şaxa Diyarbekirê ya Heyva Sor a Tirk seranserê meha remezanê wê fitarê bide.
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Heyva Sor a Tirk Mesut Işik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku sazî ev 154 sal e ji bo kesên hewcedar dixebite û vî karê xwe hê jî didomîne.
Işik destnîşan kir ku ew jî heman çanda Heyva Sorê dimeşînin û ji bo feqîr û rebenan tespît bikin kuçe bi kuçe li bajêr digerin.
Di axaftina xwe da Işik got ku Heyva Sor sala 2022an wek sala "Piştevaniyê" îlan kir û wiha domand: "Îsal ji bo malbatên dewlemend malbatên feqîr biezimînin wek sala piştevaniyê îlan kir. Malbatên halê wan baş e wê biçin serdana malbatên rewşa wan zêde baş nîne û bibin mêvanê wan. Bi vê dê him hevkarî û piştevaniya di nav civakê da xurt bibe û him jî wê têkilî çêtir bibin."
AA