Heywanên bêxwedî ji bîr nekirin

Welatî li gorî derfetên xwe xwedî li wan derdikevin, şaredarî jî stargehan ava dikin...

Heywanên bêxwedî ji bîr nekirin

Di vê sir û seqemê de, em xwe ji sermayê diparêzin lê heywanên bêxwedî li derve ne. Welatî heta ji destê wan tê xwedî li heywanan derdikevin. Şaredarî jî ji bo heywanan, stargehên mayînde ava dikin.

Zivistan hat, li herêmê berf kete erdê…

Ev dîmenên xweşik her çiqas me kêf xweş bike jî, ji bo heywanên li derve zilmek e.

Lê bi saya însanên wekî hostayê dirûnê Bedri Yaman, heywanên bêxwedî xwe ji sermaya zivistanê diparêzin.

Bedri Yaman Niha li dikana xwe 3 pisîkên biçûk xwedî dike.

Ji xeynî van, xwarina pisîk û kuçikên li derve jî kêm nake.

Şaredariya Sêrtê jî ji bo heywanên bêxwedî, li ser 41 donimî stargehekê ava dike.

Midûrê Karên Baytaran a Şaredariya Siirtê Aydin Yolbaş:Me ji bo 50 kuçik û 50 pisikan ev stargeh ava kir. Niha ev cihê ku hûn dibînin, ji bo kuçikan hatiye avakirin. Me ji bo tedawiya heywanan jî klînîkek ava kir. Her wiha ji bo demsala havînê jî me cihekê taybet ava kiriye.”

Di nava stargehê de ji bo tedawî û rehabîlîtasyona heywanan jî beşên taybet tênê hazirkirin.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE