Heywanên xwe dibin deştên bilind ên li Ercişê

Berxên rojê du danan makên xwe dimêjin bi saya deng û behnê va makên xwe derdixin û diçin bin wê.

Heywanên xwe dibin deştên bilind ên li Ercişê

Li Türkiyeyê ji navendên pez xwedîkirinê yek jî Agirî ye û dema berxan ji bo têrkirinê berdidin û ew ber bi makên xwe va diçin û wan dimêjin, dîmenên xweş derdikevin holê.

Xwediyên pez ên li gundên Bazîdê dijîn li benda helîna berfê ne.

Di mehên zivistanê da mihên wan za û berxên wan jî çêbûn û ew kêfxweş bûn û niha jî piraniya rojê bi berx û makên wan eleqedar dibin.

Xwediyên pez dema deng bi berxan dikeve gelek kêfxweş dibin û pez û karik jî wek mizgîniya biharê tên hesibandin. Ji bo ku berx bikaribin hînî xwarin û vexwarinê bibin jî ji makên wan dûr di kozan da tên girtin.

 Lê berx bi deng û bêhnê va makên xwe derdixin

Di dema berodanê da dengek bi berxan dikeve û her yek ji wan ji bo bigihêje maka xwe ber bi keriyên pez va baz dide.

Berxên rojê du danan makên xwe dimêjin bi saya deng û behnê va makên xwe derdixin û diçin bin wê.

Ji xwediyên pez Mehmet Demirbaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku heywandarî karekî zehmet e û wiha domand: "Ji ber şert û mercên herêmê û zivistana îsal bi dijwarî derbas bû xwedîkirina heywaman zehmet e."

Demirbaş axaftina xwe wiha domand: "Ez ji zarokatiya xwe vir va bi heywan xwedîkirinê ra mijûl im. Berxên me çêbûn û 3 mehî ne. Dema wan a çêrê nêz bû. Paşê em ê heywanên xwe bibin çiyê. Ji ber ku berxên me çêbûn em gelek kêfxweş in lewra ew di heman demê da ji bo me deriyê debarê ne jî."

Ji xwediyên pez Siddik Demirtaş jî got ku di salên dawîn da ew heywanên xwe dibin deştên bilind ên li Ercişa navçeya Vanê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE