"Hezar sal e dayikan bi Kurdî lorandiye, zêmar gotiye û govend girtiye"

Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê: "Hezar sal e dayikan bi Kurdî lorandiye, zêmar gotiye û govend girtiye. Ji zimanê hezar sal e tê zanîn ra çawa dibêjî zimanê nayê zanîn? Me eva nêrîna red kir."

"Hezar sal e dayikan bi Kurdî lorandiye, zêmar gotiye û govend girtiye"

Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê: "Hezar sal e dayikan bi Kurdî lorandiye, zêmar gotiye û govend girtiye. Ji zimanê hezar sal e tê zanîn ra çawa dibêjî zimanê nayê zanîn? Me eva nêrîna red kir."

Gulê Wezîr li Diyarbekirê peywendiyên xwe domand Serokatiya Bajêr a AK Partiyê ziyaret kir û bi Kurdî selam da alîgirên partiyê û got ji ber ku li Diyarbekirê ye gelekî kêfxweş e.

Gulê Wezîrê Edaletê li avahiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê bangî alîgirên partiyê kir.

"Ji zimanê hezar sal e tê zanîn ra çawa dibêjî zimanê nayê zanîn?"

Gul diyar kir ku parastin û pêşxistina mafan wezîfeya sereke ya dewletê ye.

Gul got, "navên gundan ên bi hezaran salî hatin guherandin. Dayikan nikaribû navên ku dixwazin li zarokên xwe bikin." û wiha pê da çû:

"Li dadgehan ji vî zimanê pê parastina xwe bidin ra gotin 'zimanê nayê zanîn, nayê naskirin'. "Hezar sal e dayikan bi Kurdî lorandiye, zêmar gotiye û govend girtiye. Ji zimanê hezar sal e tê zanîn ra çawa dibêjî zimanê nayê zanîn? Me eva nêrîna red kir. Dibe ku statukê vê nizanibe, nêrîna yekpartiyî ji jor va li gel mêze bike, çand û zimanê gel înkar bike lêbelê em hezar sal e bi vê çandê mezin bûn. Ya rastî parastina vê çandê wezîfeya dewletê bû. Dayika li girtîgehê ewladê xwe ziyaret dikir herê carê digot 'Nasilsin, nasilsin? (Çawanî). Çima? Lewra peyveke din nizanibû ji ber vê. Axaftina peyvên din qedexe bû. Ev gişt li Tirkiyeyê qewimîn. Recep Tayyîp Erdoganê bi rayên gel ên helal va hat îqtidarê eva siyaseta ji holê rakir. Got, 'Êdî tu tiştekê wekî barê nebe.Tirkiyeya nû wê bi gelê me ra gavên xwebawer biavêje ber bi pêşerojê'."

Gul paşê derbasî Çarşiya Hanimellerê ya li Kayapinarê bû Atolyeya Zarokan û esnaf ziyaret kir.

Gulê Wezîr stranên bi Tirkî û Kurdî yên koroya Şaredariya Kayapinarê guhdarî kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE