Hezkirin û parastina heywanan

Welatî û şaredariyan heywanên bêxwedî ji birçîbûn û mirinê xilas kirin

Hezkirin û parastina heywanan

Li Derika Mardinê kerek ket coya avê. Ekîba agirkujiyê ew ji wir derxist. Li Gercuşa Batmanê jî welatiyek cîvikên ku nifşê wan ber bi xilasbûnê ne mezin dike û berdide xwezayê. Her wiha li Kagizmana Karsê jî roviyek derket ser riya welatiyan. Wan jî xwarin dan roviyê birçî.

Li Derika Mardinê ekîba şaredariyê ji bo xilaskirina kerekê zend û bend badan.

Hat ragihandin ku kerek ketiye kanala avê. Ekîba itfaiyê jî çû cihê bûyerê û ew ji wir xilas kir.

GERCÜŞ

Li Gercuşa Batmanê jî welatiyek cîvikên ku cisnê wan ber bi xilasbûnê ye, xwedî dike.

Hêkên wan dixe makîneyê û çêlikan mezin dike. Pişt re jî wan berdide xwezayê.

KARS - KAGIZMAN

Li Kagizmana Karsê welatî ji bo herin nexweşxaneyê bi rê ketin. Li ser rê roviyek dîtin.

Welatiyan xwarina li cem xwe dan rovî û zikê wî têr kirin..

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE