Hezkirina sirûştê bû pîşeyî wî

Plastîk û kaxizên bermahî berhev dikin, ji bo bikaranînê amade dikin

Hezkirina sirûştê bû pîşeyî wî

Galîp Înciyê Batmanî ji sirûştê gelek hez dikir û nedixwast ku qirêj bibe. Ev hessasiyeta wî ji wî re bû pîşe. Încî li Ercişa Vanê bi salan in tesîsek vekiriye, li vir plastîk û kaxizên bermahî, ji bo ku ji nû ve bên bikaranîn tên amadekirin.

Galip Înciyê Batmanî ev 25 sal in ku karê paqijiya sirûştê dike.

Nêzî 9 sal in ku li Ercişa Vanê tesîsek vekiriye.

Li vir plastîk û kaxizên bermahî ji derdorê tên berhevkirin.

Kaxiz û plastîkên di makîneyan de tên hûrkirin.

Dû re ji bo ku ji nû ve bên bikaranîn, wan dişînin fabrîkayan.

Li vir serê mehê nêzî 70 ton kaxiz û plastîkên bermahî tên bikaranîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE