ÎHHyê li Efrînê dest bi înşeata mizgefta 1500 kesî kir

Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) li Efrîna navçeya Sûriyeyê xîmê Mizgefta Mezin a Zakîrîn a Efrînê ya ku kapasîteya wê 1500 kes e, avêt.

Li gor daxuyaniya ÎHHyê Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfê Erhan Yemelek di merasima xîmavêtinê da diyar kir plan dikin ku mizgeftê di nav salekê da temam bikin û ji bo îbadetê vekin.

Yemelek ragihand ku li navenda navçeya Efrînê mizgeft kêm in û got ku "Bi taybetî ev 2 sal in ku li Efrînê ji bo tesîskirina aramiya Efrînê dewlet û saziyên civakî yên sivîl û gelê Tirkiyeyê gelekî hewl dide. Mizgefta Mezin a Zakîrîn a Efrînê ya ku me xîma wê avêt jî wekî projeyeke weqfa me derket holê."

Yemelek ragihand ku mizgeft dê bi kapasîteya 1500 kesî bibe yek ji îbadetxaneyên herî mezin ên li herêmê.

Piştî axaftinan xîmê mizgeftê bi diayan hat avêtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE