"Hikmê biryara Senatoya Amerîkayê tuneye"

Gul li Wanê di Civîna Nirxandina Herêmî ya Edaletê da axivî.

"Hikmê biryara Senatoya Amerîkayê tuneye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê biryara Senatoya Amerîkayê ya ji bona Ermeniyan wiha got: "Ji bona dewlet û gelê me hikmê vê biryarê tuneye."

Gul li Wanê di Civîna Nirxandina Herêmî ya Edaletê da axivî.

Wezîrê Edaletê Gul ji ber ku Senatoya Amerîkayê bûyerên Ermeniyan yên di 1915an da wek "komkujî" qebûl kir bertek nîşan da.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir ji bona dewlet û gelê wan hikmê biryara Senatoya Amerîkayê ya der heqê Ermeniyan da tuneye û wiha axivî: "Wexta dîrok û hiqûq ji bona siyasetê bên emilandin ev feydeyê nade tu dewletê. Der heqê hemû bûyerên ku tê îdiakirin di 1915an da qewimîne Komara Tirkiyeyê amade ye ku hemû belge û arşîvan veke." 

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE