Hikûmet dê 16ê tebaxê da pêşniyaza zamê bike

Hikûmet dê di civîna çaremîn a 16ê tebaxê da pêşniyaza zamê li Heyeta Peywirdarên Kamuyê bike...

Hikûmet dê 16ê tebaxê da pêşniyaza zamê bike

Di çarçoveya Peymana Komî ya Heyama 5emîn da civîna duyemîn a di navbera Heyeta Kardêrên Kamuyê û Heyeta Peywirdarên Kamuyê da dê di 9ê tebaxê da bê kirin. Hikûmet dê di civîna çaremîn a 16ê tebaxê da pêşniyaza zamê li Heyeta Peywirdarên Kamuyê bike. 

Pêvajoya teqwîma Peymana Komî ya Heyama 5emîn a bi civîna ewil a îro ya ku bi serokatiya Zehra Zumrut Selçuka Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî li Hêwana Reşat Morali ya Wezaretê ya kirin zelal bû.

Li gor vê xebatên komîsyonê yên ku dê sibê dest pê bikin dê di 3 û 4ê tebaxê da bidomin. piştî navbera ku dê ji ber Eyda Qurbanê bê dayîn alî ji bo civîna duyemîn dê di 9ê tebaxê da bên bal hev.

Alî ji bo ku 3mafên malî û civakî yên salên 2020 û 2021 ên milyon û 200 hezar karmend û nêzî 2 milyonî teqawîdên karmendiyê diyar bikin dê di 15ê tebaxê da civîna sêyemîn bikin û di 16ê tebaxê da jî civîna çaremîn bikin.

Hikûmet dê di civîna çaremîn a 16ê tebaxê da pêşniyaza zamê li Heyeta Peywirdarên Kamuyê bike. AA

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE