Li ser çemê Muradê bendavên bi navê Alparslan 1 û Alparslan 2 hatin avakirin. Avakirina bendavan qediya û hilberandina ceyranê dest pê kir. Niha salê milyarek û 300 milyon kîlowatsaet enerjî tê hilbêrîn û 78 hezar donim erd tê avdan.
Li Muşê li ser Çemê Muradê du bendav hatin avakirin.
Înşaetên Bendavên Alparslan 1 û Alparslan 2’yê xelas bûn û niha enerjî tê hilberîn.
Ji her du bendavan salê milyarek û 300 milyon kîlowatsaet enerjî tê bidestxistin.
Ji xeynî enerjiya ku tê hilberîn li deşta mezin a Mûşê wê 78 hezar donim erd jî were avdan.
Bi van her du bendavan wê heya 50 salî ji bo Mûşê pirsgirêka ava vexwarinê jî çênebe.