"Hilbijartin wê di dema xwe da bê kirin"

"Hilbijartin wê di dema xwe da bê kirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Hilbijartin wê di dema xwe da bê kirin. Li Tirkiyeyê hilbijartin wê di zemanê xwe çêbe. Ew jî Hezîrana 2023yan e."

Serok Erdogan piştî serdanên xwe yên li Angola, Togo û Nîjeryayê di vegerê da di balafirgehê da daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan bersivand.

Erdogan der barê serdanên xwe yên li Afrîkayê da wiha got, "Afrîka vê gavê baş fehm kiriye û ji me ra dibêjin hatina we ya li vir pêwendiyên Rojavayê yên li Afrîkayê derdest dikin. Afrîkayî memnûn in."

Erdogan li ser pirsa hebûna FETOyê ya li Afrîkayê diyar kir bi beşdarbûna dibistanan ya li Weqfa Mearifê êdî li wan deran tê wateya têkçûna FETOyê, FETO li Afrîkaya Başûr bere bere têk diçe.

Serok Erdogan der barê mijara F-35an da diyar kir niha di asta jêr da hevdîtin hene, lê bi çi awayî dibe bira bibe em ê milyarek û 400 milyon dolarê xwe paşda bistînin û wiha axivî, "Li Romayê di civîna G20an da ez ê bi Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ra biaxivim. Ez ê bipirsim 'Em çi dikin û çi dibe'. Bi tu awayî em ê firsendê nedin ku heqên Tirkiyeyê bên xwarin."

Erdogan ji bona banga 10 balyozan ya der barê Osman Kavala da da wiha got, "Min ji Wezîrê Karên Derva ra got ku em mecbûr nînin ku wan li welatê xwe bihewînin. Di camîaya navneteweyî da Soros çi be Kavala jî ew e. Ev kes bi pere ku derê bixwazin dixwazin li gorî dilê xwe bihejînin. Divê ev baş bên şopandin."

Erdogan li ser pirsa der barê rewşa li Îdlib da got ku çi hewce dike em dikin û em bi hemû çekên xwe yên giran bersivê didin, em nikarin vê meseleyê wisa bihêlin.

Serok Erdogan ji bona îdiaya Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê ya der barê kuştina siyasetmedaran da got ku beriya her tiştî vê daxuyaniya kesê ku serkêşiya mixalefeta sereke dike gotinên dînan e.

Erdogan li ser pirsa der barê hilbijartinê da diyar kir hilbijartin wê di dema xwe da bê kirin û wiha got, "Li Tirkiyeyê hilbijartin wê di zemanê xwe çêbe. Ew jî Hezîrana 2023yan e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE