Ji hiblijartinên 23yê hezîranê re hindik ma. ji bo namzedên şaredariya bajarê mezin ê stenbolê lîsteya teqez hat eşkerekirin. li gorî lîsteyê wê 21 namzed bikevin hilbijartinê.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ji bo hilbijartina Stenbolê lîsteya namzedên teqez îlan kir. 17 namzedên serbixwe û 4 jî yên partiyên siyasî dê bi tevahî 21 kes bikevin hilbijartinê.
Di pisûlaya hilbijartinê de wê namzedê Îtifaqa Cumhur Binali Yildirim, yê Îtifaqa Millet Ekrem İmamoğlu, yê Partiya Saadetê Necdet Gökçinar, yê Partiya Vatanê Mustafa İlker Yücel û 17 kesên serbixwe hebin.
Haziriyên hilbijartinê didomin. Pisûlayên deng ên yekbûyî tên çapkirin û kaxizên hilbijêran tên şandin.