Hilgêra koçeran dewam dike

Koçerên zivistan xwe li bajêr derbas dikin dema hewa germ dibe diçin herêmê bilind û bi taybetî jî diçin Zozana Şênê ya li Taxa Alacayê. Koçer îsal jî ji bo hilgêrê derketin rê.

Hilgêra koçeran dewam dike

Koçerên li Qulpa navçeya Diyarbekirê bi germbûna hewayê va ji bo herin zozanan derketin rê.

Koçerên zivistan xwe li bajêr derbas dikin dema hewa germ dibe diçin herêmê bilind û bi taybetî jî diçin Zozana Şênê ya li Taxa Alacayê. Koçer îsal jî ji bo hilgêrê derketin rê.

Bi germbûna hewayê koçer pez û dewarên xwe ji tewle û goman derdixin berê xwe didin zozanan.

Koçerên ji bo hilgêrê bi qasî hefteyekê rêwîtiyê dikin herî zêde jî Şênê tercih dikin.

Hasan Yildirimê koçer got îsal ji ber vîrusa koronayê xwendigeh hatin tetîlkirin ji bo vê jî li gor berê zû derketin rêya zozanan.

Yildirim got karê wan zor e lêbelê debara xwe bi heywandariyê dikin û wiha pê da çû: "Beriya ku derkevin zozanan em bi qasî 2 hefteyan tivdarekên çûyînê dikin. Piştî rêwîtiya dijwar em derdikevin zozanê û bi qasî 5 mehan li wê derê dimînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE