Li Kartalê hilweşandina Avahiya Yunusê ya 10 qatî ku bi Avahiya Yeşîlyurtê va bû, dewam dike.
Avahî ji ber talûkeya hilweşînê hat valakirin û şêniyên avahiyê di çavdêriya ekîbên agirkûjiyê da ketin xaniyên xwe û bi tenê tiştên ji bo wan pir girîng bûn hildan û derketin. Hilweşandina Avahiya Yunusê duh êvarê hatibû sekinandin û îro serê sibehê ji nû va dest pê kir.
Ekîbên agirkujiyê ji bo ku zêde toz û xubar çênebe di dema hilweşandinê da avê bi bi ser xopanê da dike.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum diyar kiribû ku 10 avahiyên li der dora avahiya hilweşiya hatin kontrolkirin û di encamê da biryar hat dayîn ku wê 8 avahî bên hilweşandin.
AA