Karkarên li navçeya Giyadînê ya Agiriyê bi kedeke mezin di serayan de firingiyan digihînin. karker digel zor û zehmetiyê jî rojiya xwe digirin û dibêjin; em rojiyê digrin, xwedê jî alîkariya me dike.
Bi hatina biharê re kar û barên çandiniyê jî dest pê kirin.
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê karker di serayan de bi ava termalê firingiyan hildibêrinin.
Xebatkar digel zor û zehmetiyê rojiya xwe jî digirin.
Karker rojê 8 saetan li ber tavê dixebitin. Ji ber ku nava serayan germ e jî tî dibin.
Ew dibêjin dema mirov îbadetê dike Xwedê jî alikariyê dide wî. Ji bo vê jî dilê wan rihet e.