Şaredarê Semsûrê Dr. Silêman Kılınç, beriya ku bibe şaredar li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeyê doktorî dikir. Niha tevî karê xwe yê zehmet cerahtiya xwe jî didomîne û dikeve emeliyatan.
Doktor Süleyman Kilinç 3 sal in şaredar e. Lê beriya ku bê hilbijartin li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeyê ya Semsûrê cerahtî dikir.
Kilinç li nexweşxaneyê cerahê mêjî bû.Niha şaredar e lê hêj karê xwe jî didomîne.
Dema hewce bibe dikeve emeliyatan. Gelê Semsûrê ji doktor û şaredarê xwe razî ye.
Doktor Kiliç 14 salan jî serokatiya jûra tebîban a Semsûrê jî kiribû.