Li Erdîşa navçeya Wanê esnafê perçeyên wesaîdan difroşe xelîl elbîrê 64 salî, bi salan e ku resman xêz dike. Resmên elbîr li gelek pêşangehan tên pêşandan.
Resmên dîroka Osmaniyan…
Yên jiyana gund û şirûştê…
Resma rewşa jiyana piştî ked û xebata bi salan…
Û dîrok û çand û debar…
Ev resmên esnafê Erdîşî Xelîl Elbîr in.
Xelîl Elbîrê 64 salî li Erdîşê perçeyên wesaîdan difroşe û bi salan e ku resman çêdike.
“Di wextê dibistana pêşîn de çêkirina resman bala min kişand. Di lîseyê de jî min bi pêş xist û piştî leşkeriyê min dewam kir. Min ji tu kesî ders negirt, bi keda xwe dewam kir.”
Resmên ku Elbîr çêdikin di gelek pêşaneyan de cî digrin.