Him etar e him nivîskar

Nivîskarê etar 4 pirtûkên kurdî nivîsandin

Him etar e him nivîskar

Li Batmanê nivîskarê bi navê Çetîn Lodî ligel ku etariyê dike 4 heb pirtûk nivîsandin. Li Batmanê eleqeya ji bo pirtûkên lodî zêde ye.

Çetin Lodî bi eslê xwe ji Sêrtê ye û ji 12 saliya xwe heta niha li Batmanê dijî.

Lodî her tim karê etariyê dikir.

Lê xeyala wî ya herî mezin ew bû ku rojekê bibe nivîskar.

Daxwaza wî hatiye cih û heta niha 4 pirtûk qedandine.

Pirtûkên wî yên bi kurdî bi navê Evîn û Mirin, Çavên Şevînî, Şîva Miriyan û Rê û Rê hatine belavkirin.

Ji 4 pirtûkên Çetin Lodî, 3 heb ên helbestan in yek jî roman e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE