Di qedexeya derketina derve ya dawiya hefteyê de kolan û kûçe vala man. Xebatkarên Şaredariyê yên Vanê jî li kolanên vala paqijî kirin. Lê xebatkaran wek kevneşopiyekê govenda xwe jî gerand.
Li Vanê ji ber qedexeya derketina derve kolan û kûçe vala man.
Xebatkarên şaredariyê li kolanên vala xebateke berfireh a paqijiyê dan destpêkirin.
Xebatkar bi kêf û şahiyeke mezin him xebitîn him jî govend gerandin.
Welatiyan jî ji malên xwe ji bo wan li çepikan dan.
Hin xebatkaran kilam got hinekan jî bi gêzikên xwe reqisîn.
Welatiyan jî ji balkonên xwe ew dîmenên xweşik qeyd kirin.