Li Batmanê kursên navenda civakî ya çatom’ê dewam dikin. Jinên beşdarî kursan dibin him hînî hunerekê dibin, him jî pê piçtgiriyê didin debara mala xwe.
Li Batmanê kursên Navenda Civakî ya ÇATOM’ê bê navber dewam dikin.
Jinên bajêr diçin kursan û hunerên nû dielimin.
Niha kursa hunera destan a bi derzî û tayîkê heye.
Jinên Batmanî bi destên xwe ji derzî û tayîkan tiştên gelek xweşik û delal çêdikin.
Kursiyer him bi vî awayî hînî hunerekê dibin, him jî pê tevkarî didin debara mala xwe.
Niha 15 jin li kursa hunera destan hene, lê ew dibêjin ku wê gelek kesên din jî beştarî kursê bibin.