Li Midyada Mêrdînê kursa makyaj, kuaforî û paqijiya rû vebû. Herî zêde jî jin diçin kursê. Şagirt him hînî kar dibin, him jî pereyan qezenc dikin..
Bi saya kursên li Navendên Perwerdeyê û Piştgiriya Malbatê-ADEMê heta îro bi sedan kes hînî kar bûn.
Yek ji wan kursan jî li Midyada Mêrdînê dest pê kir.
Di kursa kuaforî, makyaj û paqijiya rû de 20 jin him vê zineatê hîn dibin, him jî dixebitin.
Kursiyer dixwazin piştî ku belgeyên xwe girtin ji xwe re dikanan vekin; him ji malê derkevin, him jî debara xwe bikin.