Him hînî quranê dibin him jî sporê dikin

Şaredarî ji bo xwendekarên kursa Quranê wesaîta sporê dişîne mizgeftan 

Him hînî quranê dibin him jî sporê dikin

Midûriya Serokatiya Diyanetê ya Sêrtê, ji bo xwendekaran kursên qur'anê yên havînê vekir. wesaîta sporê ya gerok ku şaredariyê dişînê, diçe mizgeftan ji bo zarokan standên sporê datîne. xwendekar di van kursan de him hînî qur’anê dibin, him jî sporê dikin. 

Serokatiya Karên Diyanetê li Sêrtê ji bo zarokan kursên qur'anê yên havînê vekir. 

Xwendekar di van kursan de him hînî Qur’anê dibin. 

Her wiha, Midûriya Kar û Barên Sporê ya Şaredariyê ji bo zarokan wesaîteke sporê ya gerok hazir kir. Wesaît li baxçeyên mizgeftan standa sporê datîne û zarok jî sporê dikin.  

Zarok bi hev re pînpong, dart û lîstikên zekayê dilîzin û demên xweş derbas dikin.  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE