Leyla Naifoğlu ji Uludereya Şırnakê ye. Leyla di 5 saliya xwe de di qezaya trafîkê de seqet bû. 5 sal berê dayika wê ji ber qenserê mir. Leyla niha him li bavê xwe yê 80 salî him jî li 5 birayên xwe dinêre.
Çîroka Leyla Naifoğlu li Qilabana Şırnakê dest pê kir. Hêj di 5 saliya xwe de qezaya trafîkê derbas kir û her du lingên wê seqet bûn.
5 sal berê jî dayika Leylayê bi qenserê mir. Piştî vê bûyerê barê Leylayê zêdetir bû. Niha digel birayên xwe li bavê xwe jî dinêre.
Leyla ket Ezmûna EKPSSyê. Lê ji ber ku li malbata xwe dinêre nikarî baştir bixebite û bi ser neket.
Her wiha 2 birayên wê nexweş in û divê tedawî bibin. Lê îmkana wan a tedawiyê tune ye.
Ew ji rayedaran dixwaze ji bo ku bi rehetî li malbata xwe binêre bila karekî bidin wê.