Him li ber tavê dişixulin, him rojiyê digrin

Cotkar him rojiya xwe digrin him jî bi hespan erdên xwe diajon...

Him li ber tavê dişixulin, him rojiyê digrin

Meha Remezanê ye û hewa her ku diçe germtir dibe. Lê ligel germê û rojiyê jî cotkar di nav erdan de ne û dixebitin. Tew li hin cihan ji ber ku traktor jî nikarin bikevin nav zêviyan, cotkar bi dewaran cot dikin.

Tav gelekî bi tîn e û roj dirêj e…

Lê ew di bin tava tûj de dixebitin.

Ji ber ku traktor nakeve nav erd, zeviyên xwe bi hespan dajon.

Li Kercosa Batmanê, cotkar li gel ku temenê wan mezin e û rojî girtine jî ji bo rizqê xwe di nav erdan de ne.

Cotkar dibêjin “di binê tavê de em tî dibin lê ev jî karê me ye.”

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE