Serokê Komeleya Astengdaran a Cizîrê bi xwe jî kesekî astengdar e. Ew him di komeleyê de xebatên mezin dike him jî kursiyên bitêker ên astengdaran ji wan re belaş tamîr dike.
Astengdarên li Cizîra Botan, ji bo sporê û ji bo bi hevalên xwe re werin ba hev, piranî li komeleyê dicivin.
Ev der him komeleyek e, him jî temîrxane ye.
Serokê komelê Kardeş Karaduman kursiyên biteker ên xirabûyî di komeleyê de temîr dike.
Astengdarên ku kursiyên xwe didin temîrkirin, ji bo Kardeş dia dikin.