Him terzî ye, him kevaniya malê ye

Fedwaya 47 salî di Kampên Efrînê de fîstan û cilan didirû  

Him terzî ye, him kevaniya malê ye

Fedwa Cuma Hesûna 47 salî, 2 sal in ji rojavayê helebê koçî efrînê kiriye. Fedwa di konbajarê efrînê de dizayneriya cil û bergan dike û bi destê xwe ji jinana re terzitiyê dike.  

Fedwaya 47 salî hem debara malê dike hem jî xizmetî zarok û malbata xwe dike 

Di destê wê de meqes û qumaşê xwe hûrik hûrik dibire. 

Di konê xwe de dikaneke dirûtinê ya biçûk ava kiriye 

Bi derzî û makîneya dirûtinê yê destan fîstanan didirû. 

Fedwa Cuma Hesûn 35 sal in vî karî dike.  

“ez vî karî ji diya xwe, xwedê rehma xwe lê bike, fêr bûm. ew terzî bû û xwîşka min jî terzî bû, her wisa tekstîla kurên birayê min jî hebû. ez her tiştî dikarim bidrûm, çi cilên erebî bin çi yên kurdan bin çi jî yên tirkan bin. ez dikarim hemû tiştên ku dixwazin bidrûm. ez 35 sal in bi vê makîneyê vî karî dikim” 

 Fedwa Cuma ji bakurê Helebê koçî Efrînê kiriye û di kampê de dijî.  

“ez ji bo xelkê di kampan de dirûtinê dikim. ew kes gelek feqîr in, loma ez gelek erzan ji wan re dirûnê dikim.”  

Fedwa piştî terzîtiyê karê malê dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE