“Hin kesên girîng ên Hikûmeta Siûdî fermana kuştinê dan”

Erdoğan: Ez bawer nakim ku Qral Selman fermana kuştinê dabe...

“Hin kesên girîng ên Hikûmeta Siûdî fermana kuştinê dan”

Serok Recep Tayyîp Erdoğan di rojnameya washîngton postê de, li ser kuştina rojnamegrê siûdî Cemal Kaşikçi maqaleyek weşand. Serok Erdoğan got, em dizanin ku hin kesên girîng ên rêveberiya siûdiyan fermana kuştina kaşikçi dan. Ji bo ku bi erbistana siûdî re hevkariyên me hene, em nikarin vê cînayetê paşguh bikin. Divê em cinazeyê wî bibînin û vê meseleyê zelal bikin.

Serok Recep Tayyip Erdoğan derbarê kuştina Cemal Kaşikçi de ji bo Washîngton Postê maqaleyek nivîsand. Erdoğan rêveberiya Siûdiyan rexne kir û hişyarî da dinyayê.

“Erebistana siûdî derbarê kuştina Cemal Kaşikçi de divê bersivê bide gelek pirsan. Cinaze li kû derê ye? Kesên alîkar kî ne? Fermana kuştinê kê daye?”

Serok Erdoğan got, 18 gumanbar li Erebistana Siûdî hatin derdestkirin. Em dizanin qatil di nav wan kesan de ne. Em ê cinazeyê wî bibînin û vê qetlê zelal bikin.

“Em dizanin hin kesên girîng ên hikûmeta siûdiyan fermana kuştina kaşikçi dane.”

Erdoğan wiha pê de çû: Ez bawer nakim fermana kuştinê Qral Seman dabe. Hemû dinyayê bi saya hewlên Tirkiyê dît ku Cemal Kaşikçi bi destê tîmeke suîqastê hatiye kuştin.

Serok Erdoğan wisa nivîsî: Ji bo ku bi erebistana Siûdî re havkariyên me hene, em nikarin vê cînayetê veşêrin. Erebistanê xwest ku kes pê nehese, ji ber wê em xemgîn in.

“Divê tu kes careke din nikaribe li welatekî hevparê nato’yê sûcekî wisa bike. Ger bike dê hesabê wê bide.”

Serok Erdoğan got, divê endamên civaka navneteweyî bi berpirsiyarî hereket bikin û kesên ku fermana wê cînayetê dabûn, eşkere bibin.

Serok Erdoğan wiha pê de çû: Serdozgerê Siûdî, mifettîşên Tirk dawetî Erebistanê kirin. Ew dixwazin bi vî awayî me eware bikin.

Dîroka nûkirinê: 03 Mijdar 2018, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE