Hinar di kozmetîkê de wê bê bikaranîn

Ji bo ku Hinar di kozmetîkê de bên bikaranîn xebatan dest pê kir

Hinar di kozmetîkê de wê bê bikaranîn

Li kolika semsûrê, hilbêrîna hinaran gelekî berbelav e û ji bo aboriya navçeyê jî hinar pir girîng in. Ji bo ku hinar di sanayiya kozmetîk û boyaxê de bê bikaranîn, lêkolîn çêdibin.

Ji bo aboriya Semsûrê hilbêrîna hinaran gelekî girîng e. Li navçeyên bajêr gelek cotkar bi hinaran debara xwe dikin.

Li Kolikê jî di sala 2016an de li ser 10 donim erdî fabrîkayeke mezin a tirşê hinaran hat avakirin.

Midûrê fabrîkayê Osman Çetinkaya dibêje li Semsûrê êdî hinar alternatîfê titûnê ye.

Niha ji bo ku hinar di sanayiyên kozmetîk û boyaxê de jî bê bikaranîn xebatên lêkolînê tên kirin.

Karsaz dil dikin bi van xebatan hinarên Semsûrê li seranserê dinyayê bên naskirin.

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE