"Hindik maye Tirkiye vê heyama bitalûke li pey xwe bihêle"

Serok Erdogan: "Tirkiyeyê di vê heyama bitalûke da bi her aliyî va ji welatên pêşketî çêtir tevgerek nîşan da û hindik maye heyamê li pey xwe bihêle."

"Hindik maye Tirkiye vê heyama bitalûke li pey xwe bihêle"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Tirkiyeyê di vê heyama bitalûke da bi her aliyî va ji welatên pêşketî çêtir tevgerek nîşan da û hindik maye heyamê li pey xwe bihêle."

Erdoga bi vîdeo konferansê di civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan balê kişand ser tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û got ku xelasbûna ji vê şewbê di destê me 83 milyonî da ye û wiha dewam kir: "Em bi dezgehan va baweriyê bi însanên xwe tînin ku guh bidin tevdîran. Heke na, dibe ku em mecbûrî bimînin û tevdîran cardin zêde bikin."

Erdogan got ku em ê destketiyên xwe yên di dema şewbê da înşallah bi herêmî û kurewî vegerînin serkeftinên hê mezintir û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê di vê heyama bitalûke da bi her aliyî ji welatên pêşketî çêtir tevgerek nîşan da hindik maye heyamê li pey xwe bihêle."

Serok Erdogan diyar kir di dema şewbê da li ser aboriya wan zirar çêbûye û got ku ji bona çareserkirinê ji mecbûrî divê em gavên mezin biavêjin.

Erdogan got ku divê em ji bo sozên ku me ji bo belgeya stratejiya reforma darazê dabû, lê hê nebûne qanûn, em amadehiyên xwe zûtirî bikin.

Serok Erdogan diyar kir wê têkoşîna xwe ya îstiqlal û îstikbalê ya li her qadê li hemberî dijminên derva û xafilên li hundir didin, bigîhinin serkeftinê.

Erdogan di berdewamiyê da wiha axivî: "Em şahidê helwesta Baroya Enqereyê û derdorên di heman hişmendiyê da ku di şexê Serokê Karên Diyanetê da êrîşî Îslamê dikin. Ev mînak tenê nîşan dide ku divê di hilbijartina rêvebiriya saziyên meslekî da demildest guherîn bê kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE