"hingivê Faraşînê" dê bibe marqe

"Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnakê serî lê da ku ji bo ku hingivê li herêma me tê hilberîn wekî "hingivê Faraşînê" belgeya îşareta coxrafî hilde"

"hingivê Faraşînê" dê bibe marqe

Li Şirnakê ji bo hingivên ku li zizanên ji terorê hat paqijkirin û xwedî nebatên endemîk e tê hilberîn dê bi navê "hingivê Faraşînê" belgeya îşareta coxrafî bê hildan.

Serokê Yekîtiya Mêşvanên Bajarê Şirnakê û Şaredarê Beytuşebabê Habîp Aşan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmên Beytuşebab û Uludereyê zozanên bilind ên ku ji bo mêşvaniyê gelekî guncav in hene û hingivê ku ji nebatên endemîk tên hilberîn gelekî bi kalîte ye.

Aşan got ku wek yekîtî ji bo ku hingiv bibe marqe dixebitin û wiha axivî:

"Me bi Walîtiya Şirnakê , Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnakê , Zanîngeha Şirnakê ra xebatên patentê dan destpêkirin. Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnakê serî lê da ku ji bo ku hingivê li herêma me tê hilberîn wekî "hingivê Faraşînê" belgeya îşareta coxrafî hilde. Me ji bo nasandina vê hingivê heta îro li nav welêt û dervayî welêt gelek geştên teknîkî, komxebat û fuar li dar xistin. Em ê ji bo hingivê ku em ji kalîteya wê bi bawer in bibe marqe bêtir bidin nasandin."

Aşan behs kir ku li tevahiya bajêr nêzî 110 cotkar û 80 hezar kewarên bimêş hene û îsal kêm zêde 500 ton hingiv hat hilberîn.

 "Çiqas aramî bê herêmê dê veberhênan jî bên"

Aşan got ku zozanên ku çendî sal bû nekadikariyan biçinê bi operasyonên serkeftî yên esker, polês û gundparêzan va êdî dikarin biçinê.

Aşan got ku bi derftên dewletê li her gundî rêyên zozanan hatin çêkirin û wiha axivî: "Niha jî Midûriya Karsaziya Daristanê li gundekî me daristana hingiv a mînak ava dike, li wir jî xebatên çêkirina rê dest pê kir. Înşeallah çiqas aramî bê herêmê dê veberhênan jî bên, va ye birayên me yên ku çendî sal berê koçî metropolan kirin dê vegerin gundên xwe mêşvanî, hewyandarî bikin."

Aşan got ku li herêmê bi pêşketina heywandariyê û zêdebûna asta refaha mirovan dê bûyerên terorê jî kêm bibin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE