Hirçê merivek kuşt 2 kes birîndar kir

Li Uzundereya navçeya Erziromê di êrîşa hirçê da kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Hirçê merivek kuşt 2 kes birîndar kir

 Li Uzundereya navçeya Erziromê di êrîşa hirçê da kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin sitandin, li Ulubaxa taxa Uzundereyê Mustafa Oneş (81) li hewşa mala xwe rastî êrîşa hirçê hat.

Gulsun Oneşa xanima Mustafa Oneş jî dengê mêrê xwe bihîst û li ser vê gazî cînaran kir ku werin hawarê.

Hirçê Mustafa Oneş birîndar kir ji hewşê revî û rastî Ayşe û Murat Yildizê ku li qadê guz kom dikirin hat.

Hirçê Ayşe û Murat Yildiz jî birîndar kir û paşê revî çû.

Wezîfedarên Serwêsa Acil a 112ê birîndar rakirin nexweşxaneya li navçeyê û paşê birîndar sewqî nexweşxaneyên li Erziromê kirin.

Mustafa Oneşê di êrîşê da birîndar bibû wefat kir. Hat ragihandin ku rewşa Ayşe û Murat Yildiz baş e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE