Hişkahiyê li Hewzeya Behra Wanê qada jiyanê ya çivîkan gelekî teng kir

Ji ber zêdebûna germahiyê û ava bi hilmê kêm dibe va ava gol, bendav, çem û eraziyên avî gelekî kêm bû. Hin gol bi tevahî zuha bûn ji ber vê bi taybetî flamîngo û çivîkên koçber rawestgehên xwe diguherînin.

Hişkahiyê li Hewzeya Behra Wanê qada jiyanê ya çivîkan gelekî teng kir

Ji ber hişkahiyê li Hewzeya Behra Wanê eraziyên avî kêm bûn û çivîkên koçê jî di tesîra vê da man.

Çivîkên koçber di navbera Afrîkaya Bakur û Îranê da dema diçin û tên Hewzeya Behra Wanê ji bo wan rawestgeheke girîng e. Hewze bi erdê xwe yê avî va ji gelek cure çûkan ra malxweyîtiyê dike.

Ji ber zêdebûna germahiyê û ava bi hilmê kêm dibe va ava gol, bendav, çem û eraziyên avî gelekî kêm bû. Hin gol bi tevahî zuha bûn ji ber vê bi taybetî flamîngo û çivîkên koçber rawestgehên xwe diguherînin.

Axgola li Ozalpê û Tuz Goliya li Sarayê her sal ji hezaran filamîngoyan ra malxweyîtî dikirin. Herdu gol jî zuha bûn, ava eraziyê li herêmê vekişiya û qada jiyana van çivîkan gelekî teng bû. Ji ber vê jî çivîkên koçber berî xwe dan dora çeman û Golaxî û Çelebîbaxa erdên avî.

Her sal li gora sazên Erçekê û erdên avî yên li Erdîşê çivîk dihatin dîtin îsal ji ber ku av vekişya hin qad ziha bûn û êdî çivîk li nava golê tên dîtin.

- "Perav û deltayên çivîkan lê hêlîn çêdikirin gelekî piçûk bûn"

Prof. Dr. Ozdemîr Adizelê Hîndekarê Zanîngeya Yuzuncu Yilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku filamîngo her sal biharê ji navenda welêt û Afrîkaya Bakur tên vê derê, qasî demekê li vir dimînin û paşê ji bo kurk rûnin derbasî Gola Urmuyeyê û herêma Xezerê dibin.

Adizel destnîşan kir ku sorewilk di meha sibatê da tên herêmê û heta hewa sar dibe li vê derê diman lê îsal ji ber hişkayiyê zirar gihîşt qadên sorewilkan jî.

Di berdewamiya axaftina xwe da Adizel ragihand ku germbûna gerdûnî li ser Hewzeya Behra Wanê jî bi tesîr bû û wiha domand: "Ji ber hişkayî û zêdebûna hilm germê çem û newalên ber bi golê va tên ziwa dibin û ji ber vê jî av her diçe kêmtir dibe. Ji ber vê jî qadên çûk lê kom dibin her diçe teng dibe û ev jî ji bo çûkan dibe sedema zehmetiyan."

- Sorewilkên li Behra Wanê bala wênekêşan jî dikişînin

Kesên ji wêne kişandinê hez dikin ji bo wêneyên sorewilkan bikişînin tên Hewzeya Behra Wanê.

Meryem Bîlgîn a li Ercîşa navçeya Wanê mamostetiyê dike got ku ew tevlî hevalên xwe yên ji wênekişandinê hez dikin ra car caran tên herêmê û wêneyan dikişînin.

Ji mamosteyan Elîf Korkmazê jî ragihand ku herêm bi hemû xweşiyên xwe va bala herkesî dikişîne û ew jî van xweşiyan bi wêneyan qeyd dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE