Li Elazigê bi mezinahiya 6 behnok û 8an erdhej pêk hat. Gelo enerjiya vê xetê vala bû yan na? Gelo ji vir şûn de li kîjan deveran wê erdhej pêk werin? Pispor Şefîk Îmamoglu bersiva van pirsan da.
Elazigê û Malatyayê bi şîdeta 6 bêhnok 8an hejiyan.
Li ser vê xeta fayê gelek dever hilweşiyan.
Li herêmê di 150 salên dawî de, erdheja herî mezin ew bû.
Piştî vê erdhejê gelo enerjiya vê xetê vala bû yan na?
Pisporê Erdhejê Şefîk Îmamoglu derbarê vê yekê de axivî.
Hişyariya ji bo erdhejê|
— TRT NÛÇE (@trtnuce) January 29, 2020
Daxuyaniyên Pisporê Erdhejê Şefik Îmamoglu.https://t.co/ajpsIx5Ykr pic.twitter.com/bpwbWU3bvc
Gelo ji vir şûn de kîjan dever ketin talûkeyê?
Îmamoglu dibêje enerjiya vê derê vala bû lê herêmên din ketin xetereyê.