Hişyariya pereyên sexte

Polîsê Elazığê ji bo neyên xapandin heywandar agahdar kirin 

Hişyariya pereyên sexte

Ji Eyda Qurbanê re çend roj man. heywanfiroşan li gelek navçe û bajaran konên xwe vedan û dest bi firotina qurbanan kirin. ekîbên ewlekariya elezîzê ji bo heywanfiroş bi pereyên sexte neyên xapandin li mezatan geriyan û agahî dan wan. 

Ji eyda qurbanê re çend roj man. Li bazar û mezatan kirîn û firotina qurbanan zêde bû.  

Ji bo heywandar di danûstandina qurbanan de bi pereyên sexte neyên xapandin Ewlekariya Elezîzê tîmên polîsan wezifedar kirin.

 

Tîmên polîsan li bazaran digerin heyfwanfiroşan hişyar dikin û wê çawa zanibin pere sexte ye an na li ser vê bruşoran didin wan.  

Heywanfiroş ji bo eleqe û perwerdeyê gelek kêfxweş bûn.  

Heywandar heke di danûstandinê de rastî perêyên sextê bên divê di cî de li 112yê bigerin û polîsan agahdar bikin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE