HKIyê bertek nîşanî biryara neftê ya Mehkemeya Federal a Bilind da

Hikûmeta HKIyê der barê biryara Mehkemeya Federal a Bilind ya ji bo qanûna xaz û neftê ya HKIyê da daxuyanî da.

HKIyê bertek nîşanî biryara neftê ya Mehkemeya Federal a Bilind da

Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bertek nîşanî biryara Mehkemeya Federal a Bilind ya ku dibêje "qanûna neft û xazê ya HKIyê dijî qanûna bingehîn a rêvebiriya navendî ye" da û got ev biryar ne adil e û dijî qanûna bingehîn e.

Hikûmeta HKIyê der barê biryara Mehkemeya Federal a Bilind ya ji bo qanûna xaz û neftê ya HKIyê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin di sala 2021ê da HKI û hikûmeta navendî ya Iraqê li hev kiribûn ku heqê HKIyê ya hîlberîn û firotina neftê heye.

Hat gotin ev biryara Mehkemeya Federal a Bilind ne adil e û dijî qanûna bingehîn e, maf û rayeyên qanûna bingehîn ên Herêma Kurdistanê binpê dike.

Hat gotin ev yek nayê qebûlkirin û divê mehkeme zêdetir lêkolînê bike.

"Ji bo parastina peymanan tevdîrên qanûnî û hiqûqî wê bên dîtin"

Hat destnîşankirin HKI wê dev ji mafên xwe yên di Qanûna Bingehîn a Iraqê da cih digire bernede, di vê mijarê da ji bo çareseriyeke qanûna bingehîn ew ê bi hikûmeta federal ra hewldanên xwe bidomîne.

Ji bilî vê hat gotin ji bo hemû peymanên neft û xazê bên parastin jî HKI wê tevdîrên qanûnî û hiqûqî bibîne.

Biryara Mehkemeya Federal ya Iraqê

Mehkemeya Federal ya Iraqê duh daxuyandibû ku qanûna neft û xazê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dijî qanûna bingehîn a rêvebiriya navendî ye.

Mehkemeyê di biryara xwe da gotibû divê hikûmeta HKIyê di peymanên îxrackirina neft û xazê da agahiyê bide Şêwra Kontrola Malî û Wezareta Neftê û dahatên neftê yên ji ber îxracê hatine bidestxistin jî teslîmî Wezareta Neftê bên kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE