HKIyê daxuyand di êrîşa moşekê ya Îranê da kes nemir

Wezareta Karên Navxweyî ya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand di êrîşa moşekê ya Îranê da li herêmê kes nemir û tu zirarek çênebû.

HKIyê daxuyand di êrîşa moşekê ya Îranê da kes nemir

Wezareta Karên Navxweyî ya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand di êrîşa moşekê ya Îranê da li herêmê kes nemir û tu zirarek çênebû.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat gotin şev dereng Îranê êrîşî baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê kir, di êrîşê da kes nemir û birîndar nebû, der barê zirarê da agahî nehat dayîn.

Ji hêla din li gor nûçeyên çapemeniya herêmî ya Herêma Kurdistanê moşekên hatin avêtin jê yek li nêzîkî Berdereşa navçeya Hewlêrê ket.

Li Hewlêrê du baregehên eskerî yên Amerîkayê hene.

Artêşa Parastvanên Şoreşê ya Îranê daxuyandibû bi dehan moşekên balîstîk va êrîş li hemberî Baregeha Esmanî ya Eyn el Esedê ya Amerîkayê hat kirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyandibû Îranê ji 12an zêdetir moşekan va li Iraqê êrîşî baregehên Amerîkayê yên El Esed û Hewlêrê kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE