HKIyê petrola ku îxracî Îranê dikir da sekinandin

Herêma Kurdistana Iraqê petrola ku bi tankeran îxracî Îranê dikir da sekinandin...

HKIyê petrola ku îxracî Îranê dikir da sekinandin

Wezareta Darayiyê ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand ku wan petrola ku bi tankeran îxracî Îranê dikir sekinandiye.

Der barê mijarê da ji wezaretê biryarek hat weşandin û biryar şandin 3 deriyên sînor yên gumrukê.

Li gor biryarê wesayîtên şirketên ku xaza siruştî û petrola xam îxrac dikirin êdî nikarin ji sînor derbas bibin û îzna wan ya bona îxracê hatiye betalkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku biryara nû ji 15yê sibatê vir va ketiye rewacê û li Hecî Omeran, Perwêzxan û Başmaka deriyên sînor di rewacê de ye. 

Wezareta Darayiyê ji bo wextê biryarê tu agahî neda. 

- Mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Îranê 

Serokê Amerîkayê Donald Trump pakêta mueyîdeyên dijî Îranê ya dûmahiyê 5ê sermaweza di sala 2018an de xistibû rewacê. 

Trump di vê çarçoveyê de 3 rêbendanê civîneke çapemeniyê li dar xistibû û herêma Kurdistana Iraqê ji bo ku petrolê nefiroşe Îranê hişyarî dabû û wiha gotibû: (Kurd) me ji wan re got bila petrolê nefiroşine Îranê."

- Rezerwa petrolê ya li HKIyê 

Li gor daneyên Welatên Petrolê Îxrac Dikin, Iraq bi 4 milyon û 712 hezar warêl petrol va li dinyayê di îxracê da piştî Erebistan Siûdî di rêza 2an da cî digre.

Wezîrê Petrolê Samîr Xadban gotibû Herêma Kurdistanê di rojê da 420 hezar warêl petrolê derdixe. AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE