Miftîtiya Igdirê bi navê “hûn ji malê dernekevin, em ê sohbetê bînin mala we” projeyek xist rewace. Miftîtî, ji bo gel, li ser înternetê sohbetên dînî diweşîne.
Îsal ji ber şewbê, di meha Remezanê de mizgeft hatin girtin. Welatî nikarin herin mizgeftan û guh bidin meleyan.
Miftîtiya Igdirê jî, li ser înternetê, bi navê “Hûn ji malê dernekevin, em ê sohbetê bînin mala we”, projeyeke onlayn da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de her roj ji mizgefteke cuda, Qurana Pîroz tê xwendin; pişt re jî sohbeta dînî tê dayîn.
Miftîtî plan dike heta Cejna Remezanê xizmeta van sohbetên dînî bidomîne.