"Hûn nikarin terorê û Îslamê bînin tenişta hev"

 "Hûn nikarin terorê û Îslamê bînin tenişta hev. Ji ber ku ji nava Îslamê yaxud ji nava misulmanan terorîstek derket hûn nikarin navê Îslamê bilewitînin."

"Hûn nikarin terorê û Îslamê bînin tenişta hev"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Hûn nikarin terorê û Îslamê bînin tenişta hev. Ji ber ku ji nava Îslamê yaxud ji nava misulmanan terorîstek derket hûn nikarin navê Îslamê bilewitînin."

Serokomar Erdogan ku bi mebesta beşdariya Lûtkeya Lîderên NATOyê û serdanên fermî li Îngiltereyê ye, beşdarî merasima vekirina Mizgefta Cambridgeê bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan wiha got, "Ez di vê wê fikrê de me ku ev mizgeft dê bibe bersiva herî xweş ji bo dijayetiya Îslamê. Li welatên ku bi dirêjahiya salan bûne dergûşa demokrasiyê nijadperestî, cudaxwazî û dijayetiya Îslamê weke lavlavka jehrî belav dibe."

Erdogan wiha pê de çû:

"Heke li cihekî îbadetxane bibine armanc, bên bordûmankirin, sivîl bi hovane bên kuştin tê wê wateyê ku ji bo mirovayetiyê zingil tê lêdan."

Erdogan herwiha got, "Hûn nikarin terorê û Îslamê bînin tenişta hev. Ji ber ku ji nava Îslamê yaxud ji nava misulmanan terorîstek derket hûn nikarin navê Îslamê bilewitînin. Me li Babê zêdetir ji 3 hezar DEAŞî berteref kirin. Çimkî eleqeya DEAŞiyan bi Îslamê nîn e û ew ne ji me ne. Em wê yekê red dikin ku rêxistinên terorê bi baş û xirab bên kategorîzekirin. Baş û xirabê terorê û terorîstan nabe, em nakevin nava wê şaşiyê. Misilman nabe terorîst û ji Îslamê terorîst dernakeve. Em wê yafîteya 'terora Îslamî" ku hinek bi îsrar dixwazin di rojevê de bihêlin qebûl nakin. Teveka wan terorîstên ku erdnîgariya me xistin nava rondikan, DEAŞî be, FETOyî be yan jî PKK/YPGyî be jî hetta Neo Nazî be jî mensûbên heman zêhniyetê ne. Nav û navnîşana wan, îdeolojiya wan her çi be, tevekê wan xwînrêjin."

Di vekirinê de melayê mizgeftê Sejad Mekiç Qur'an'a Kerîm xwend.

Yûsuf Îslamê Serokê Weqfa Yûsuf Îslam, Seroka Heyeta Mutewellî ya Weqfa Mizgefta Cambridgeyê Zeynep Coşkun, Cîgirê Pîskoposê Huntingdonê Dagmar Winter û Serokê Karûbarê Diyanetê Alî Erbaş di merasimê de gotar pêşkêş kirin.

Tevî Serokomar Erdogan hevjîna wî Emîne Erdogan, Wezîrê Werziş û Ciwanan Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar, Serokê berê yê TBMMê û Parlementerê Îzmîrê yê AK Partiyê Binali Yildirim, Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî merasimê bûn.

Serokomar Erdogan piştî afaxtinê nimêja esrê kir, peyre Qurana Kerîm xwend û li mizgeftê geriya.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE