Hînî têlkariyê dibin

Ciwan dixwazin hînî zineatê bibin da ku debara xwe pê bikin...

Hînî têlkariyê dibin

Qeymeqemiya Midyadê wê bursê bide xwendekarên dibistana bilind a meslekî. bi saya vê him nifşê nû wê têlkariyê hîn bibe, him jî têlkarî wê bi destên ciwanan dewam bike.

Têlkarî hunereke navdar a herêma Mêrdînê ye…

Qeymeqamiya Midyadê ji bo ciwanên ku di Dibistana Bilind a Meslekî de beşa têlkariyê dixwînin, projeya piştgiriyê çêkir.

Qeymeqamê Midyatê Hüseyin Tekin: ”Em dixwazin zineata têlkariyê dewam bike. ligel vê yekê ji bo ku ciwanên me debara xwe bi vê zineata herêmî bikin me projeyek çêkir. em ê ji bo salekê hezar lîre bursê bidin şagirtên kursê. “

Ligel bursê, qeymeqemî wê pêşbaziyekê jî li dar bixe.

Ji bo şagirtê herî serkeftî 5 hezar lîre, ji bo yê 2yemîn 3 hezar lîre û ji bo şagirtê 3yem jî hezar lîre xelat wê bê dayîn.

Ciwan bi hemû hêza xwe hewl didin ku hînî vê zineatê bibin.

Ciwan piştî ku beşa xwe biqedînin, dikarin di vê Navenda Zîvkariyê de wek mamoste jî bixebitin.

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE