Di şikeftan de kêndir û werîsan çêdikin û difiroşin. Hostayên ku vî karî dikin ji bo xebata di şikeftan de dibêjin: “ji ber nekme an jî hêma di şikeftan de, kindir û werîsên ku li van deran tên gelek saxlem û qewî dibin.”
Di şikeftan de kindir û werîsan dihûnînin.
Li Entabê, hostayên ku bi salan in bi destan kêndir û werîsan çêdikin şikeftan wek kargehan dixebitînin.
“Min di 7 saliya xwe de dest bi vî karî kir. Ji wê rojê ve ye ez di şikeftan de kindir û werîsan dihûnînim.”
Sedema tercîhkirina şikeftan jî nekme an jî hêma wan e.
Lewra kindir û werîsên ku bi vê nekmeyê tên çêkirin, li gorî yên fabrîka û atolyeyan gelek saxlemtir û qewîtir in.
Cuma Demirciyê ku 27 sal in vî karî dike dibêje: “Bi destan çêkirina kêndir gelek kêm bûye. Ji me nebe wê ev meslek jî bi temamî biqede.”
“Xuya dike ku piştî me wê ev meslek jî wenda bibe û biçe. Lê ji bo berdewamiya vî karî em ê heta dawîyê hewl bidin.”