Hobiya wî bû, bû karê wî

Di lîseyê de hîn bû, niha pê debara xwe dike

Hobiya wî bû, bû karê wî

Wek hobî dest bi hunera darşewatê kir lê pişt re ew bû karê wî. Muharrem Firat Kayayê batmanî, hûnera ku di dema lîseyê de dest pê kir niha li kargeha xwe didomîne. Her wiha ensturmanên muzîkê jî çêdike.

Erbane, def û gelek ensturmanên din…

Hemûyan bi destê xwe çêdike, piştre jî li serê hunera xwe dineqşîne.

Muharrem Firat Kayayê Batmanî, dema diçû lîseyê xwest wek hobî bi hunerê re eleqedar bibe.

Piştre hobiya wî bû karê wî yê sereke.

Niha kargeheke wî heye û tê de hunera darşewatê û ensturmanên muzîkê çêdike.

Yên ku enturmanên wan xera dibin bi dilekî rehet diçin cem wî lewra karê xwe baş dike.

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE