Hostayê ciwan ev 5 sal in erbaneyan çêdike

Pêşî ji xwe û nasên xwe re çêkirine paşê bûye mesleka wî.

Hostayê ciwan ev 5 sal in erbaneyan çêdike

Hamza Kartal hêj xortekî 19 salî ye û xwendekarê lîseyê ye. bi derfetên xwe hînî çêkirina amûrên muzîkê bûye. Kartal pêşî ji bo xwe û derdora xwe amûrên muzîkê çêkirine. Niha di atolyeya xwe ya biçûk de hem tamîrê dike hem jî cûr bi cûr erbane û daholan çê dike û difiroşe. 

Li Diyarbekirê xortekî xwendekarê Lîseya Hunerên Xweşik heye û ev ciwan hêj di ciwaniya xwe de bûye hostayê amûrên muzîkê. 

Hamza Kartalê 19 salî hêj di vî emrê xwe de bi sedan erbane, dahol û bendîrên cûrbicûr çêkirine. 

Pêşî ji bo xwe û derdora xwe amûrên muzîkê çêkirine paşê ev êdî jê re bûye meslek

Hostayê ciwan di demên xwe yên vala de li atolyeya xwe ya biçûk ku li Peyasa Amedê ye, tamîr û çêkirina van amûran dike. 

Kartal bi van amûran ritm û newayên şaristaniyên herêmê jî bi qabiliyeteke bilind îcra dike. 

Kartal amûrên muzîkê bêtir ji hunermendan re çê dike û dibêje di meha Remezanê de mişteriyên min zêdetir dibin. 

Ew ji bilî çêkirina amûran, perwerdeya van amûrên muzîkê jî dide ciwanan. 

Kesên wî nas dikin pesnê hostatiya wî didin. 

Kartal mehê dora 100 amûran çê dike û bihayê van amûran ji 250 lîreyî dest pê dike heta 7 hezar lîreyî diçe. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE